Almanya 'di zûtirin demê de' sîstemên nû yên Patriot ji Ukrayna re dişîne

PeyamaKurd- Wezareta Bergiriyê ya Almanyayê ragihand ku ew dê 2 sîstemên parastina asmanî yên Patriot radestî Ukraynayê bikin.
Hate diyarkirin dê ew sîstemên Patriot ên nifşa dawî yên ku Almanyayê fînansmana wan peyda kiriye wê ji Amerîkayê bilez bên wergirtin û ji Ukraynayê re bên şandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hate destnîşankirin ku di rojên pêş de, wekî pêngava yekem, dê pergalên Patriot ji Ukraynayê re bên şandin. Di pêngava duyem de jî di nav 2-3 mehên bê de dê alavên zêdetir bêne radestkirin kirin da ku parastina asmanî ya Ukraynayê bi bataryayên Patriot yên zêdetir were xurtkirin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




