Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin

PeyamaKurd- Xelkê parêzgeha Swêdayê ku piraniya wan Durzî ne, li qada Kerame kom bûn û komîta lêkolîna bûyer û êrîşên ser Durziyên Siwêdayê ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye erkdarkirin red kir. Xwepêşanderan daxwaza lêkolîneke navdewletî kir.
Xwepêşandan îro li ser daxwaza rêxistinê civaka sivîl a Siwêdayê, li qada Kerame hate lidarxistin.
Xwepêşanderan daxwaza derketina hemû hêzên hikûmetê ji Siwêdayê kir û xwest, tawanbarên êrîşan bên cezakirin. Herwiha daxwaz kirin ku dergehekî mirovî bi Urdinê re ji bo gihandina alîkariyan bê vekirin.
Herwiha xwepêşanderan komîteya lêkolînan a ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû destnîşankirin red kir û daxwaza lêkolîneke navdewletî kir.
Ev nivîs 147 car hatiye xwendin.




