100 taxên din jî li Silêmaniyê bûn xwedî elektrîka 24 saetan

100 taxên din jî li Silêmaniyê bûn xwedî elektrîka 24 saetan

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê ragihand ku di çarçoveya projeya Ronakiyê de, îro elektrîka 100 taxên din ên bajarê Silêmaniyê bûye 24 seet. Ev tax, ku li derveyî cadeya bazineyî ya Melik Mehmûd in, zêdetirî 117 hezar hevparên elektrîkê 125 xetên elektrîkê li xwe digirin. Bi vî awayî, hejmara giştî ya hevparên elektrîkê li parêzgeha Silêmaniyê gihîştiye 257 hezar.

Projeya Ronakiyê ya ku di 17ê Cotmeha 2024ê de ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li taxa Şadiyê ya Hewlêrê hate destpêkirin, armanc dike ku elektrîka berdewam ji welatiyan re peyda bike û bi vemirandina jeneratorên taybet jîngeha Herêmê paqij bike. Heta niha, 2,167 jenerator li seranserî Herêma Kurdistanê hatine vemirandin û li gorî daneyên Desteya Parastin û Çarekirina Jîngehê, 30% ji atmosfera Kurdistanê ji gazên jehrîn hatiye paqijkirin.

Rêveberiyê diyar kir ku armanca dawî ya projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026ê elektrîka 24 saetan li tevahiya Herêma Kurdistanê bê dabînkirin.

 

 

 

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.