Îtalyayê di Salvegera Jenosîda Barzaniyan de tekezî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê kir

Îtalyayê di Salvegera Jenosîda Barzaniyan de tekezî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê ya li Hewlêrê, duh, (31.07.2025) bi boneya salvegera 42yemîn a Jenosîda Barzaniyan a ku di çarçoveya Operasyona Enfalê de zêdetirî 8,000 kesên ji eşîreta Barzanê ji aliyê rejîma Iraqê ve bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Îro em salvegera 42yemîn a jenosîda Barzaniyan bi bîr tînin, ku bûyereke xemgîn a dîroka gelê Kurd e. Îtalya di vê rojê de nêzîkbûna xwe bi gelê Kurd re careke din tîne ziman û têkiliyên xwe yên xurt bi Herêma Kurdistanê re dubare dike."

 

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.