Lêgerîna çareseriyeke siyasî ji bo krîza dahata petrola Kurdistanê zêde dibe

Lêgerîna çareseriyeke siyasî ji bo krîza dahata petrola Kurdistanê zêde dibe

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Dr. Sahib Bazûn li ser medyaya civakî got, "Danûstandinên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re yên li ser firotina petrolê berdewam dikin û di çend rojên pêş de dê encamek erênî were bidestxistin."

Bazûn her weha got, "Em danûstandinên xwe didomînin, firotina petrolê pir bi pêş ve çûye, û hewl têne dayîn ku di zûtirîn demê de bigihîjin rêkeftineke dawî."

Pirsa radestkirina petrolê ya ji bo şirketa bazarkirina petrolê ya Iraqê, SOMOyê hîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye çareserkirin. Guftûgo berdewam dikin da ku were diyarkirin ka gelo petrola ku niha tê derxistin dê were radestkirin an jî 50,000 bermîl ji 280,000 bermîlên ku di peymanê de ne, dê ji bo bikaranîna navxweyî were veqetandin û ya mayî jî were firotin.

Di 30ê Tîrmehê de, Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê biryar da ku petrola ku niha ji bo firotanê heye radestî SOMOyê bike. Di heman demê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ev şirket dê berpirsiyar bin ji birêvebirina petrola ku ji bo bikaranîna navxweyî hatiye veqetandin.

Heta niha, mûçeyên Hezîran û Tîrmehê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nehatine dayîn, û soz jî nehatiye bê ka kengî dê bên dayîn.

Li gorî raporan, hikûmeta Iraqê ji bo dayîna mûçeyan daxwaza radestkirina dahata petrol û dahata navxweyî ya Kurdistanê dike.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.