Amerîkayê ceza li ser 5 sazî û kesên bernameya dronên Îranê sepand

Amerîkayê ceza li ser 5 sazî û kesên bernameya dronên Îranê sepand

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Washîngtonê cezayên nû li ser 5 sazî û kesan ferz kiriye ku alîkariya bernameya dronan a Îranê kirine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê da xuyakirin: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ceza li ser pênc sazî û kesan ferz kiriye ku binkeyên wan li Îran, Çîn, Taywan û Hong Kongê ne."

Wezarê got ku ceza ji ber beşdarîya wan a dabînkirina teknolojî û alavên piştgiriya bernameya dronan a Îranê hatine sepandin.

Herwiha hate diyarkirin ku ev tedbîra îro piştgirî dide belavoka Serokatiya Ewlekariya Neteweyî ya ji bo dijberiya şiyanên êrîşkar ên Îranê di pêşxistina moşekan û kirinên din ên leşkerî yên Îranê.

Wezaretê da zanîn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê hemû tedbîran, tevî cezayên li dijî aliyên li welatên sêyemîn, bigire da ku planên Îranê yên dabînkirina alavên ji bo bernameyên dronan ên xwe eşkere bike û têk bibe, ku aramiya Rojhilata Navîn têk dibin.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.