Şanda Brîtanî êrîşên dronan şermezar kir û piştgirî da ewlehî û aramiya Kurdistanê

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzani, îro 31ê Tîrmehê li Selahedîn pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî ya bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Parastinê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Algren kir.
Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley beşdar bû, pêşketinên dawî û rewşa siyasî û ewlehiyê ya li Iraq û herêmê bi giştî hatin nîqaşkirin. Herwiha şanda mêvan êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji nû ve tekez kir û daxwaza rawestandina tavilê ya van êrîşan û eşkerekirina encamderên wan êrîşan û darizandina wan kir.
Di civînê de herwiha tekezî li ser xurtkirina hevkariya leşkerî û ewlehiyê û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hat kirin.
Têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û rewşa siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê mijarek din a civînê bû.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




