Yaîr Netanyahû: Çima welatên Ewropî statuya dewletbûnê nedane Kurdistanê?

PeyamaKurd – Yaîr Netanyahûyê, kurê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû, li ser medyaya civakî bal kişand ser têkoşîna Kurdan a ji bo dewletbûnê.
Yaîr Netanyahû li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê Alaya Kurdistanê belav kir û tekez kir ku axa ku nêzîkî 45 milyon Kurd lê dijîn, di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hatiye dabeşkirin.
Netanyahû di posta xwe de got,
"Kurdistan xwedî nifûsa nêzîkî 45 milyonî ye, û Kurd hevalbendên welatên rojavayî yên wekî Almanya ne. Lêbelê, erdên wan li çar welatên cuda parçe bûne," û pirsek ji welatên rojavayî kir:
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin."Çima Fransa, Spanya, Îrlanda, Îngilîstan, Norwêc, Portekîz, Kanada, Almanya, Malta û Slovenya statuya dewletbûnê nedane Kurdistanê?"





