Rûsyayê li ser moşekên navîn û kurt biryar da

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew êdî ji ber wendabûna şert û mercên pêwîst ji bo berdewamiya wê, moratoryûma li ser pergalên moşekên navîn û kurt nagire.
Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek nivîskî weşand û ji raya giştî re bi bîr xist ku DYA di sala 2019an de ji Peymana Hêzên Nukleerî yên Navîn-Menzîl (INF) vekişiya.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rûsya tevî çalakiya DYA hewl dide ku aramiya xwe biparêze û wiha hate gotin, "DYA û hevalbendên wê ne tenê bi zelalî planên xwe yên bicihkirina pergalên moşekên navîn û kurt li herêmên cûda diyar kirine, lê di heman demê de di pêkanîna pratîkî ya van niyetan de jî pêşveçûnek girîng bi dest xistine."
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ev pêşketin gefê li ewlehiya Rûsyayê dixwe û ji ber vê yekê pêkanîna gavên cûda hewce dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber ku rewş ber bi bicihkirina rastîn a moşekên navîn û kurtmenzîl ên ji aliyê Amerîkayê ve hatine çêkirin ve li Ewropa û herêma Asya-Pasîfîkê pêş ketiye, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar dike ku şert û mercên pêwîst ji bo domandina moratoryûmek yekalî li ser bicihkirina çekên wekhev ji holê rabûne" û hat destnîşankirin ku hişyariyên Rûsyayê yên li ser bicihkirina van moşekan hatine paşguhkirin.





