PKK: Fermandarê Konseya HPGê Egîd Civyan 11ê Îlonê di ser de can daye

PKK: Fermandarê Konseya HPGê Egîd Civyan 11ê Îlonê di ser de can daye

PeyamaKurd - PKKê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan 11ê Îlonê di şerê artêşa Tirkiyê de li herêma Botanê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Biryargerha Navenda Parastina (NPG) ya bi ser PKKê ve ragihandiye ku Endamê Konseya Fermandariyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Fermandarê Herêma Botanê, Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda di şerê artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) ji navçeya Gever a Colermêrgê ye û di dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de, tevî hejmarek hêzên PKKê çûbû Şingalê û çend salan li Çiyayê Şingalê mabû.

Di daxuyaniya NPGê de hatiye gotin, “11ê Îlonê li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê, di şerekî dijî hêzên dagirkerên Tirk de fermandarê hêzên ku Li Şengalê li dijî fermana li ser civaka me ya Êzidî têkoşiyan, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê me yê Herêma Botanê hevrê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên me Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girêspî (Xelîl Kavûs) şehîd bûn.”

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî 28ê Îlonê ragihandibû ku roja 11ê Îlonê di operasyonekê de, li navçeya Şaxê ya Wanê berprisekî PKKê yê bi navê Egîd Civyan hatiye kuştin, lê PKKê wê demê ti daxuyaniyek nedabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin