PeyamaKurd – Rûsyayê îdîa kir ku Ûkraynayê di 28 û 29ê Kanûnê de bi 91 dronên dûravêj hewl daye êrîşî îqameta Vladimîr Pûtîn a li herêma Novgorodê bike. Rayedarên Rûsî ragihand ku hemû dron li herêmên Bryansk, Novgorod û Smolenskê hatine îmhakirin.
Piştî vê hewldanê, bi fermana Pûtîn biryar hate girtin ku "herêma tampon" a li ser sînorê Ûkraynayê (li herêmên Sûmî û Xarkîv) were berfirehkirin da ku ewlehiya sînor were zêdekirin.
Ûkraynayê ev îdîa bi tundî red kirin. Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî got ku ev sûcdarî "ne mentiqî ne" û Moskow bi van hincetan dixwaze rê li ber danûstandinên aştiyê bigire