PeyamaKurd- Ajansa nûçeyan ya bi navê Reustersê ragihand ku tankêra Îranê ya bi navê Adrian Darya ku ji aliyê rêvebiriya Cebelîtariqê de hatibû desteserkirin û paşî serbest hat berdan, barê xwe li lîmana Banyasê ya Sûriyê vala kiriye.
Li aliyê dinê malpera nûçeyan ya bi navê MiddleEastEye (MEE) ku navenda wê Brîtanya ye, ragihand ku tanker teslîmata barê xwe li Sûriyê kiriye. Di nûçeyê de hat gotin ku di tankêrê de 2,1 mîlyon varêl petrol heye lê ji %55ê barê xwe li Banyasê vala kiriye. Wexta valakirina petrolê di 22.15 dan de bûye.
Tankêr herî dawiyê li rojhilata Derya Sipî hatibû dîtin û di 2 yê êlûnê de sîstema şopandina xwe girtibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin