Rejîma Îranê bi hinceta sîxurtiya Îsraîlê 134 kes girtin

Dîroka Weşanê :
Rejîma Îranê bi hinceta sîxurtiya Îsraîlê 134 kes girtin

PeyamaKurd- Yekîneya Supaya Pasdarên Îranê ya li parêzgeha Loristanê ragihand ku 134 kesên ku bi Amerîka û Îsraîlê re di peywendiyê de ne, hatine girtin.

Hat diyarkirin ku ev kes bi organîzekirina alozî û xwepêşandanên li parêzgehê, pêkanîna çalakiyên mîna yên DAIŞê, û bikaranîna çekan li dijî hêzên ewlehiyê têne tohmetbarkirin.

Herwiha wezareta îstîxbaratê ya Îranê jî da zanîn ku wan dest daniye ser gelek amûrên elektronîk, modemên 5G û amûrên sîxuriyê yên ku ji welatekî cîran bi rêyên neqanûnî hatine derbaskirin da ku di çalakiyên sabotajê de werin bikaranîn.

Li aliyê din, Serdozgeriya Tehranê jî ragihand ku ji ber piştgiriya çalakiyan 15 werzişvan û hunermend hatine desteserkirin. Herwiha derbarê 10 kesên ku daxuyaniya "Mala Sînemayê" îmze kirine û 60 xwediyên kafeyan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin û dest danîne ser mal û milkên hin gumanbaran.