PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Sûriyê ragihandiye ku ji destpêka krîza Sûriyê ve ziyana sektora petrolê gihîştiye 100 milyar dolaran.
Herwiha Wezareta Petrolê û Derametên Sirûştî eşkere kiriye, bi giştî di sala 2021ê de nêzîkî 31.4 milyon bermîl petrol hatiye berhemanîn ku rojane dike 85,9 hezar bermîl û 16 hezar bermîl jî gihîştiye parzûngehan.
Wezartê Sûriyê herwiha gotiye, rojane 70 hezar bermîl ji kêlgehên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên Amerîkî û Hêzên Sûriya Demokratîk ve têne berhemanîn û dizîn.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye eşkere kirin, ji destpêka krîza Sûriyê heta niha, bi giştî 100.5 milyar dolar zirarên rasterast û nerasterast gihîştine sektora petrolê û çavkaniyên siruştî yên Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin