Reuters: Piştî hilweşîna rejîma Esed bi dehan jin û keç hatin revandin

PeyamaKurd- Ajansa Reutersê ragihand ku piştî hilweşîna rejîma Esed li Sûriyeyê, di nav çend mehên dawî de bi dehan rewşên revandina jin û keçan li Terûs, Laziqiyê û Hemayê hatine tomarkirin.
Li gorî nûçeya Reutersê, piştî hilweşandina Rêjîma Esed nêzîkî 33 jinên ji pêkhateya Elewî ku temenên wan di navbera 16 - 39 salan de ne li Parêzgehên Tertûs, Laziqiyê û Hemayê ji aliyê kesên nenas ve hatine revandin.
Ajansê hevdîtin bi hejmarek kesûkarên revandiyan kiriye ku beşek ji wan diyar kiriye ku beramberî serbestberdana wan fidye hatiye xwestin.
Hate diyarkirin, hinek ji wan bi rêya dayîna fîdyeyê vegeriyane malên xwe û çarenivîsa gelekan jî ne diyar e.
Piraniya malbatên revandiyan ji ajansê re gotiye ku hêzên ewlehiyê bi awayekî cidî li ser agahdariyên revandinê nasekinin.
Ev nivîs 161 car hatiye xwendin.




