Rûhanî îstîfa Cewad Zarîf qebûl nekir

Rûhanî îstîfa Cewad Zarîf qebûl nekir

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îstîfa wezîrê karên derve ya Cewad Zarîf qebûl nekiriye.

Qasimî di malpera fermî ya wezareta karên derve de ragihandiye ku îstîfa Zarîf qebûl nebûye û ji aliyê nivîsîngeha serokkomartiyê de hatiye ragihandin. Qasimî di ser hesabê xwe yê medyayî de dibêje ku tiştên di derbarê îstîfa Zarîf de tên gotin, yek ji wan jî rast nîne.

Serokê Ofîsa serokkomariya Îranê Mehmûd Waizî jî di beyana xwe ya berê de gotiye ku Rûhanî xwestiye Cewad Zarîf wezîfa xwe dewam bike û weha gotiye:

“Li cem Dr. Rûhanî tenha yek siyaseteka Îranê ya derve heye û tenê yek wezîrê karên derve heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin