PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku li herêma Donetskê ya Ukraynayê, niştîngeha Yakovlevkayê ketiye bin kontrola hêzên Rus.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê Igor Konaşenkov, li paytexta Rusyayê ya Moskowê, di derbarê rewşa dawî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de agahî dan.
Konaşenkov ragihand ku niştîngeha Yakovlevkayê, ji aliyê hêzên Rus ve hatiye kontrolkirin û di derbarê daneyên şer de jî agahî parve kirin. Konaşenkov û diyar kir ku li Ukraynayê şer û pevçûn berdewam dikin û got,
“Heta îro 344 balafirên aîdê Ukraynayê, 184 helîkopter, 2 hezar û 676 balafirên bêmirov, 398 pergalên parastina asîmanî yên moşekî, 7 hezar û 149 tanq û maşînên zirxî, 931 roketavêjên pir-lûle, 3 hezar 691 obus û topên hawanê û 7 hezar û 650 maşînên taybet ên leşkerî hatine jinavbirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin