Bi Serokatiya Serokwezîr Medbûlî sandeyek bilind a Misirê îro serdana Bexdayê dike

Bi Serokatiya Serokwezîr Medbûlî sandeyek bilind a Misirê îro serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd – Bi Serokatiya Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî, şandeyek bilind a Komara Misir a Erebî, îro serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike.

Şandeya Misirê îro 27.10.2020ê bi Serokatiya Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî ve serdana Bexdayê dike.

Şande dê bi berpirsên payebilind  ên Iraqê re bicive û biryar e roja şemiya bê bi serpereştiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve, bi Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî re hemû protokol û peymanên berê yên navbera her du welatan de bên nûkirin û îmzakirin.

Protokol û peymanên demê borî yên navbera her du welatan de careke din ji nû ve hatin sererastkirin û girêdayîne bi pirsên wîze, geşepêdan, kiştûkal, jêrxan ango bingehê aboriyê, niştecîhkirin, pîşesazî, elektrîk, veguhestin, peyvendî û av in.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin