Polîsê Yunan li ser daxwaza Îranê koçberekî Kurd desteser kir

Polîsê Yunan li ser daxwaza Îranê koçberekî Kurd desteser kir

Peyamakurd - Navenda Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku çend roj in polîsê Yunanê li bajarê Tsalonîk, koçberekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Celal Pîrotî desteser kirine.

Navenda Mafên Mirovan bo Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin ku di dema desteserkirinê de polîsê Yunanê ji wî koçberê Kurd re gotiye, Îranê daxwaz ji polîsê navdewletî Interpolê kiriye daku wî desteser û radest bikin.

Koçberê Kurd Celal Pîrotî yê 45 salî û xelkê bajarê Şino yê parêzgeha Urmiyê ye û di sala 2012an de bi sedemên siyasî neçar bûye Rojhilatê Kurdistanê derkeve ku ji wê demê ve li Tirkiyê niştecih bûbû.

Hat diyarkirin ku Celal Pîrotî li ofîsa Netewên Yekbûyî ya Tirkiyê navê xwe tomar kiriye, daku ji bo welatê sêyem bê şandin, lê belê piştî 8 salan Netewên Yekbûyî ew neşandiye ti welatekî, lewma jî berî çend mehan li gel keça xwe ya 18 salî ya bi navê Hawjîn Pîrotî çûne Yunanistanê.

Celal Pîrotî ji aliyê Îranê ve bi hevkarî û endambûna partiyeke siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye tometbarkirin û gefa girtinê li ser e.

Navenda Mafên Mirovan dilgiraniya xwe li hember desteserkirin û rewşa Celal Pîrotî nîşan daye û daxwaz ji tevahiya rêxistinên mafên mirovan dike, ku nehêlin Pîrotî ji aliyê Yunanê ve radestî hikûmeta Îranê bê kirin, ji ber ku metirsiyeke cidî li ser jiyana wî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin