PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema roja Aşûrê ku di wê rojê de Hz. Huseyîn û hevalên wî li Kerbelayê hatine şehîdkirin peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku bûyera xemgînî, bûyera Aşûreyê, bi vateya xwe ya kûr, derfetê dide ku mirov jê ders derbixe û li Iraqê îstîqrar, refah û jiyana weka mirovan, ava bike. Bi sedema bûyera Kerbelayê dikeve roja 10 ê muharreme an ku îro, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî twitterê de peyamekî belav kir. Barzanî di peyamê de behsa van tiştan kir:
“Bibîranîna bûyera trajîk ya Aşûreyê, pêzanîna vateya wê ya kûr, qebûlkirina samimiyeta wê û qedirbilindiya wê, li hember krîz û zahmetiyan yekkirina sefan, redkirina cudatiyan û bo çareseriya pirsgirêkan peydakirina rêyên destûrî, li Iraqê bo avakirina îstîqrar, refah û jiyaneke weka mirovan, derfete ku mirov ji bûyera Kerbelayê ders derbixe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin