Sadr: “Amerîka car din îsbat kir ku dagirker e”

Sadr: “Amerîka car din îsbat kir ku dagirker e”

PeyamaKurd- Serokê tevgera Sadr, Muqteda El Sadr di ser hesabê xwe yê twitterê de bersiva Amerîkayê da ku gotibû divê hilbijartina pêşwext bêkirin. Sadr Amerîkayê bi zimanekî tund bersiva Amerîkayê da û weha got:

“Amerîka car din îsbat kir ku dagerker e. Hêjî destê xwe dixe nava karê kesên din. Wê xelkê Iraqê qedera xwe tayin bike. Ji xwe me xwest ku hilbijartina pêşwext çêbibe. Lê ger di bin çavdêriya Amerîkayê de hilbijartin çêbibe, em ê bêdeng nemînin.”

Sadr di mijara dahatûya Iraqê de balê kişand ser noqteyeka dinê jî û got ku wê îznê nedin ku Iraq bibe weka Sûriyê an sehayeka dinê weka Sûriyê ya şerî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin