PeyamaKurd - Li eyaleta Odisha ya Hindistanê, kesê bi navê Jeetu Mundayê 50 salî ji bo kişandina 180 euroyên ku di hesabê xwişka wî ya di 26ê Çileyê de wefat kiribû, çû bankê.
Karmendên bankê ji wî re gotin ku "xwediyê hesabê bîne" daku karibe pereyan bikişîne.
Munda gotiye. wî gelek caran ji karmendan re gotiye xwişka wî miriye, lê wan guh nedaye wî û israr kirine ku xwediyê hesabê li bankê amade bibe.
Odisha’da bir adam, yetkililerin hesap sahibinin huzurunda olmadan 20.000 rupi (₹) ödemeyi reddetmesi üzerine, hayatını kaybeden kız kardeşinin iskeletini mezardan çıkararak bankaya götürdü ve ölümünü bu şekilde kanıtladı. pic.twitter.com/3hTexEMFI3
— XpressTR (@XpressTR) April 28, 2026
Munda jî ji ber bêçaretiyê gora xwişka xwe kolaye, îskeletê wê derxistiye û wekî "belgeya mirinê" biriye hundirê bankê.
Piştî vê bûyera balkêş, polîs kete dewrê û berpirsê qereqolê Kiran Prasad Sahu ragihand ku Jeetu Munda endamê qebîleyekê ye, nexwende ye û bi rêkarên qanûnî yên mîrasê nizane.
Sahu destnîşan kir ku karmendên bankê nekarîne prosedurên kişandina pereyên kesên mirî bi awayekî hêsan ji wî re şirove bikin û ev bûyer encama vê nefehmkirinê ye. Piştî lêkolînan, bermahiyên îskeletê xwişka Munda di bin çavdêriya polîsan de careke din hatin veşartin.