Sanchez ji bo here Ankara, ji hevjîna xwe re îznê xwest

Sanchez ji bo here Ankara, ji hevjîna xwe re îznê xwest

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ji ber hevjîna wî Begona Gomez ji 4 sûcan tê darizandin, dewleta Îspanyayê ji bo demkî dest danîbû ser pasaporta hevjîna wî Begona Gomezê. Sanchez ji bo here tevlî zîrwa NATOyê ya Ankara ya di navbera 7-10ê Temmûzê bibe, ji bo hevjîna xwe îzna taybet xwest.

Begona Gomez ji bo ji bi hevjînê xwe re here Ankara û ji bo tevlî merasima derçûna keça xwe ya li Londrayê bibe ji dadgehê îzna taybet xwest.

Begona Gomez, bi sedema ‘bikaranîna erka xwe’, ‘gendeliya di seha karsazan de’, ‘zimmet’ û ‘erka xwe bi xerabî bikaraniye’ tê sûcdarkirin û di dîroka Îspanyayê de yekem jina serokwezîrekiye ku dadgehê dest danîne ser pasaporta wê.

Gomez, di encama biryara dadgehê de ku bi sedema ‘dikare ji welatê xwe bireve’, di 24ê Hezîranê de mecbûr ma pasaporta xwe deyne dadgehê.

Gomez, di rêya parêzerê xwe de seredana dadgehê kir da bi hevjînê xwe re here zîrwa NATO ya di navbera 7-10ê Tîrmehê de ya li Ankara û here merasima derçûna keça xwe ya li Londrayê.

Di civîna NATO ya li Ankara de hevjînên lîderên NATOyê jî bi fermî hatine dawet kirin.

Begona Gomez, 2 meh berê di hevjînê xwe re seredana Çînê kiribû.