Sererkanê Îsraîlê: Bêyî lihevkirinê em nikarin dîlan rizgar bikin

Sererkanê Îsraîlê: Bêyî lihevkirinê em nikarin dîlan rizgar bikin

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî, ragihand ku bêyî ku bi Hemasê re li ser pevguhertina dîlan li hev bikin, ne pêkan e bikarin dîlan rizgar bikin.

Halevî, herwiha da zanîn ku her diçe vegerandina dîlên îsraîlê zehmet û tevlîhev dibe.

Sererkanê Îsraîlê diyar kir, bêyî lihevkirina bi Hemasê re jî ew dê dîsa ji bo rizgarkirina gelek dîlan çi ji destê wan bê bikin.

Halevê got ku wan nêrînên xwe pêşkeşî biryarderên nav hikûmetê jî kirine.