Serokê Dumayê mirina Jirinovskî ragihand

Serokê Dumayê mirina Jirinovskî ragihand

PeyamaKurd – Serokê Partiya Lîberalî ya Rûsyayê Vladimir Jirinovskî ku ji ber vîrusa koronayê demek bû girêdayî amûra henasedanê bû, jiyana xwe ji dest da.

Mirina Jirinovskîyê 75 salî ku wekî neteweperestekî tund ê rûsî dihat naskirin, ji aliyê Serokê Dumaya Rûsyayê Vyaçeslav Volodin ve hat ragihandin.

Jirinovski, beriya ku bi koronayê bikeve gotibû ku wî 8 caran derziyên Covid-19ê li xwe dane.

Herwiha Jirinovskî wekî kesê ku Abdullah Ocalan beriya bê girtin hiştibû wekî penaber biçe Moskowê jî tê naskirin û digot, ‘Ocalan dostê min e.’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin