Serokwezîrê Îsveçê ji bo baregeha NATOyê teklîfa hevkariyê li Fînlandiya kir

Serokwezîrê Îsveçê ji bo baregeha NATOyê teklîfa hevkariyê li Fînlandiya kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsveç Ulf Kristersson li payîtexta Stockholmê bi serokwezîrê Fînlandiya bi Petteri Orpo re hat cem hev. Piştî hevdîtinê, civîna hevpar ya çapemeniyê lidarxistin.

Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson ji bo baregeha NATOyê teklîfa hevkariyê li Fînlandiya kir. Ulf Kristersson xwest ku di baregeha NATO ya ku wê hêj nuh bê avakirin, Îsveç û Fînlandiya serpereştiya wê bikin û dê baregeh ewlehiya bakûrê Ewrûpayê zêdetir bike. Kristersson got:

“Baregeha nû ya NATOyê wê şiyanên NAT0yê yên bergiriyê xwurt bike. Daxwaza NATOyê ya serpereştiya baregeha nûh ku xwest Îsveç û Fînlandiya serpereştiya wê bikin, em bi rizamendî qebûl dikin. Armanca me ya hevpar ew e ku di çarçova NATO de, ji Derya Baltikê heya herêma Arktikayê, em ewlehiya bakûrê Ewrûpayê destek bikin.”

Serokwezîrê Fînlandiyayê Orpo got ku wê desteka wan ya ji bo Ûkraynayê ya li hemberê Rûsyayê dewam bike û weha dewam kir:

“Êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê û îşxala Rûsyayê ya sala 20222an, îhlala hûqûqa navdewletî û îhlala Şertê Neteweyên Yekgirtiye. Rûsya êşê da xelkê Ûkraynayê. Rûsya Ewrûpa û ewlehiya kureyî tehdîd dike. Desteka Ûkraynayê ya li hemberê Rûsyayê wezîfa me ya herî ewiliye.”