Ji WHO yê bo Trump: “Koronavîrusê polîtîze nekin”

Ji WHO yê bo Trump: “Koronavîrusê polîtîze nekin”

PeyamaKurd- Rêvebirê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser beyanên ku Trump gotibû WHO di têkoşîna li dijî koronayê serkeftî nîne de, bersiva Trump da. Ghebreyesus weha got:

“Vê vîrusê polîtîze nekin. Ev tişteka weka bi agir bileyîzin. Divê Çîn û Amerîka werin cem hev û li dijî vî dijminê talûke bi hevre têbikoşin.”

Ghebreyesus li baregeha Cenevreyê bi rêya vîveo konferansê civîna çapemeniyê kir û bê ku nav bide, bersiva rexneyên Trump da:

“Ez ê şîretekî li we bikim. Ji kerema xwe di asta netewî de yekîtiya xwe saxlem bikin û koronavîrusê weka argûmaneka siyasî bikarneynin. Ya duyem di asta seranserê dinyayê de bi duristî bi hevre kar bikin. Ya sêyem; bila serpereştên Amerîka û Çîn lîdertiya xwe durist bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin