PeyamaKurd – Rejîma Îranê, li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî Kurd bi dar ve kir.
Li gor malpera Mafên Mirova ya Hengawê ragihand, do bi şev girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê hat bidarvekirin.
Herwiha li gorî agahiyan, ew girtiyê kurd 7 sal berê bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Navê wî girtiyê Kurd Xidir Qevîdil e û xelkê bajarê Serdeştê ye.
Îranê, Xidir Qevîdil û du girtiyên din yên Kurd, do danê sibê biribûn ber dara îdamê. Herdu girtiyên din jî xelkê bajarê Serdeştê ne û navê yekê Hejîr Îrannejad û navê yê din jî Husên Serwerî ye lê heta niha nayê zanîn ka ew jî hatine bidarvekirin yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin