PeyamaKurd - Serokê Misrê yê berê Husnu Mubarek ku piştî serhildanên gel karvekîşana xwe dabû, îro 25ê Sibata 2020an di 92 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Mubarek di navbera salên 1981-2011an de serokomariya Misirê kiribû û dema destpêkirina serhildanên gel ên bi navê 'Bihara Erebî' di sala 2011an de ji kar hatibû xistin û derketibû pêşberî dadgeha Misirê.
Mubarek bi nasnavê Firewn jî dihat naskirin û piştî karvekêşanê jî ji ber hejmarek tawanên cûda biryara girtina wî hatibû dayîn û çend salan jî di girtîgehê de mabû.
Derbarê sedema mirina Mubarek de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin