SOHR: Artêşa Îsraîlê 71 operasyon li nav Sûriyê li dar xistin

Dîroka Weşanê :
SOHR: Artêşa Îsraîlê 71 operasyon li nav Sûriyê li dar xistin

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandi ku di meha Kanûnê de, artêşa Îsraîlê 71 operasyonên derbasbûna bejayî li gundewarên Quneytira û Derayê yên Başûrê Sûriyê li dar xistine.

Hate diyarkirin ku operasyon, ligel gerên esmanî yên balafirên şer û dronan pêk hatine.

SOHRê diyar kir, di wan operasyonan de rêbend hatine danîn û helmetên girtinê jî çêbûne.

Di destpêka vê mehê de Fermandarê devera Bakur di artêşa Îsraîlê de gotibû, ew nahêlin teror li ser sînorê wê yên bi Sûriyê re cihê xwe bigire û ew ê di operasyonên pêşwext bidomînin.