SOHR rewşê dişopîne û bang kir rayedaran da rewşê sererast bikin.

Elektrîka Suweydayê hat birîn û pê re telefon û înternet jî naxebitin
PeyamaKurd – Îro piştî nîvro li bajarê Suweydayê ji ber di kabloya fiber optik de ariza derket, li seranserê bajarê Suweydayê lektrîk hat birin.
Ji ber elektrîkê telekonumîkasyon û xizmetên înternetê bi temamî rawestiyan. Tenê xizmetên di satalaytê de dewam dikin.
Heya niha rayedarên fermî di mijarê de ti agahî nedane û ji ber dan û sitendina navbera xelkê Suweydayê qut bûye, ev rewş xelkê dixe nav xeterê.
Rêya ku Suweydayê û Der’ayê bi hev ve girêdide yanî korîdora Bosra el-Şam di sedema şerê do 24 seet hatibû girtin lê îro serê siba vebû. Korîdor her dû bajaran bi hev re girêdide û xelk û mal di ser korîdorê de diçe û tê.
Aktivistên SOHRê ragihandine ku îro di wexta sibê de li gundewarên Suweydayê agirbes hat îhlal kirin û hêzên hukumeta demkî ji çeperên xwe bi çekên giran û zêdetir bi tivingên makînelî guleyan berdane.
Dengê çekên hêzên hukumetê kirin ku li deverê şer hat kirin û paşî garantor ketin navbera wan û mudaxele kirin. Aktivistên SOHRê ragihandin ku îhlal hatine kirin û bi topên hawan û makîneyên giran li navça Ariqa xistine.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




