PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li Rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê êrîş biriye ser keştiyeke ku narkotîk (tilyak) tê de dihat veguhastin.
Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) diyar kir, bi fermana Orgeneral Francis L. Donovan, keştiyeke girêdayî rêxistinên ku wekî "terorîst" hatine pênasekirin hatiye lêdan.
Di encama vê operasyona ku di çarçoveya "Operasyona Rimê ya Başûr" de hatiye lidarxistin, 2 "narko-terorîstên" mêr hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku di dema operasyonê de ti ziyan negihîştiye personelên Amerîkayê.