Spanya Balyozxaneya xwe li Tehranê ji nû ve vedike

Spanya Balyozxaneya xwe li Tehranê ji nû ve vedike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares diyar kir ku piştî agirbesta di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, wî ferman daye ku balyozxaneya xwe li Tehranê ji nû ve veke.

Şerê ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de dest pê kir, doh bi agirbestê bi dawî bû.

Welatên ku ji ber şer personelên xwe yên dîplomatîk ji Îranê vekişandin, amadekariyan dikin ku piştî agirbestê mîsyonên xwe yên dîplomatîk ji nû ve çalak bikin.

Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares, di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re got ku welatê wî dê di hewldanên aştiyê de rolek bilîze û got, "Min talîmat da balyozê me yê li Tehranê ku vegere ser karê xwe û balyozxaneya me ji nû ve veke. Wekî din, em ê bi her awayî, ji paytexta Îranê jî, beşdarî vê hewldana aştiyê bibin."