Spanyayê Filistînê wek dewlet nas kir

Spanyayê Filistînê wek dewlet nas kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku Wek Spanyayê ew dewleta Filistînê nas dikin.

Sanchez, di axaftina xwe ya piştî civîna Lijneya Wezîran a li Serokwezîriyê de ragihand ku wek Spanya, ew dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Qudsa Rojhelat e û Xêza Xezzeyê û Şerîa Rojava dihewîne nas dikin.

Pedro Sanchez got: "Heta ku ji hêla hemû aliyan ve neyê qebûlkirin, em ê ti guhertinên di sînorên sala 1967'an de qebûl nekin."

Serokwezîrê Spanyayê Sanchez diyar kir ku naskirina dewleta Filistînê ji bo pêkanîna aştiya Rojhilata Navîn gaveke gring e û hikûmeta Spanyayê bi fermî amade ye ku bi Îrlanda û Norwêcê re di derbarê vê mijarê de gavan bihavêje.

Sanchez got: "Naskirina dewleta Filistînê pêdiviyeke bingehîn a aştiya ku em hemû dixwazin pêk bînin."

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez berî çend rojan daxuyandibû ku bi biryara ku wê di civîna Lijneya Wezîran a heftane ya 28ê Gulanê de bê standin, ew ê dewleta Filistînê bi fermî nas bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin