PeyamaKurd - Piştî îstifa û bidawîbûna erka Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê James Jeffrey ji bo heman postê hat desnîşankirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku "Balyoz James Jeffrey dê erka Nûnertiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi cih werîne.”
Dê Jeffrey herwiha erka xwe ya nûnertiya Sûriyê jî berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, James Jefrrey demekê balyoztiya Amerîkayê ya li Tirkiyê jî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin