Stoltenberg, çû serdana Kievê

Stoltenberg, çû serdana Kievê

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bi biryareke ji nişke ve çû Ukraynayê û derbasî paytext Kievê bû.

Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Ukraynayê hatin ragihandin, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, çû Kievê û hat diyarkirin ku armanca vê serdanê, piştgiriya NATOyê ya ji bo Ukraynayê bûye.

Li gorî hat ragihandin, ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ve ku salekê li peyî xwe hişt, cara yekemîn e Stoltenberg ji bo piştgiriyê çûye Kievê.

Her wiha hat diyarkirin ku Jens Stoltenberg ji bo leşkerên ku di şer de can dane, hurmetên xwe araste kirine û cebilxaneyên Rusyayê yên xisardîtî ku li qada bajêr tê pêşandan, kontrol kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin