PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser bombebarankirina 2 keştiyan li bendera Demyat a Misrê daxuyanî da û ew êrîşên ji aliyê Îranê yan jî alîgirên wê yên Hûsiyên Yemenê ve hatiye kirin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Kiryarên xetereyê li ser ewlehiya sivîlan, navîgasyonê û aramiya herêmê çêdikin, em qebûl nakin.”
Hate diyarkirin ku Sûriye piştgiriya xwe ji bo Komara Misrê tîne ziman û divê li ser asta herêmî û navdewletî zêdetir aramiya herêmê were parastin.
Misrê duh ragihand ku dronekê bendereke wê bombebaran kiriye û di encama wê de agir bi benderê ketiye û keştî û barhilgiran ziyan dîtiye.