PeyamaKurd - Serokê DewletênYekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Donald Trump ragihand, ji bo parastina destkeftiyên wan li Sûriyê, dê beşek ji hêzên amerîkî li Sûriyê bimînin.
Trump di nameyekê da ji Kongrêsa Amerîkayê ra ragihandîye, bawerîya wî sedî sed pê hatîye ku pêwîst e beşek ji hêzên Amerîkayê li Sûrîyê bimînin, daku rê li ber derketina DAIŞê bigirin.
Trump di nameya xwe de dibêje: “Weke we, em jî dixwazin piştrast bibin ku tevahîya destkeftîyên me li Sûriîyê ji dest naçin, ku DAIŞ êdî qet venagere, ku Îran bihêz nabe, ku destkeftîyên me tên parastin û em vê piştrastîyê jî didin li ser baştirîn encaman li Cinêvê, ji bo berjewendîyên Amerîkayê.”
Trump di wê nameya xwe de dibêje: “Sedî sed ez li gel vê nerînê me. Giş tê cîbicîkirin.”
Ji aliyê xwe ve Serfermandarê Artêşa Amerîkayê, Joseph Dunford da xuyakirin, piştî biryara Trump a ji bo hiştina beşek ji hêzên Amerîkayê li Sûriyê, ew bawer dikin ku dê hevalbendên wan di Hevpeymanîya Navdewletî de jî bi sedan ji serbazên xwe li bakur û rojhilatê Sûrîyê bihêlin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin