PeyamaKurd – Balafira bêmirov ya Çînê di seha hewayî ya Taywanê ya li girava Erdanê de firiya û artêşa Taywanê cara yekeme ku bi sîlih hişyariyê da alava Çînê. Taywan cara yekeme ku hişyariya bi çeka bera dide Çînê.
Li gor ragihandina çapemeniya Taywanê, ji artêşa Taywanê fermandariya bergiriyê ya Kinmenê (KDC) hişyariya bera bi çek da alava Çînê ku di ser giravên Dadan, Erdan û Şî de difiriya û fişeka hişyariyê avêt. Her weha balafirekî bêmirov ya Çînê car din ket seha Taywanê ya Girava Erdanê û car din hat hişyarkirin.
Fermandarî ragihand ku wê rewşê bişopînin û li gor mercên xwe tevibgerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin