Taywan têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi dewleta Hondurasê re qut kir

Taywan têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi dewleta Hondurasê re qut kir

PeyamaKurd – Welatê Asya dûr Taywan ragihand ku bi Hondusarê têkiliyên xwe yên dîplomatîk biriye. Bi birîna têkiliyên bi Hondurasê re jimara dewletên ku Taywanê nasdikin daket 13 dewletan. Daxwuyanî ji qesra serokatiya Taywanê hat dayîn û di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Honduras ji bo bi Çînê re têkiliyên dîplomatîk deyne, di encama muzakereyan de ji bo parastina desthilat û parastina îtîbara xwe, ji bilî qutkirina têkiliyan ti rê nemaye. Birîna têkiliyên dîplomatîk yên navbera Taywan û Hondûrasê perçeyekî ji çavtirsîn û êrîşên Çînê ye. Çîn seha navdewletî ya Taywanê demekî dirêj xist bin zora xwe û yek alî xist talûkê.

Em weka hukumeta Taywanê zêdetrê 80 sale ku bi niyeteka baş me destekê daye Hondurasê bi taybetî di avakirina avahiyên bingehîn de me îhala daye Hondûrasê û me desteka aborî dayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin