Tengava İstenbolê ji bo çûnûhata keştiyan girtin

Tengava İstenbolê ji bo çûnûhata keştiyan girtin

PeyamaKurd – Di Tengava Îstenbolê de bi sedema keştiya bi navê "JSD6000" derbas dibe ku dirêjahiya wê 215,9 metreye, ji her dû aliyan ve Tengava Îstenbolê bo derbasbûna keştiyan girtin.

Keştiya navborî ji Îtalyayê diçe Romanyayê û keştiya ku borûyan an lûleyên xaza xwezayî di bin avê de dixe binê erdê ye. Bi keştiyê re rêberên asayîşa peravên deryayê yên Tirkiyê hene ku rê nîşan didin.

Keştî seet di 06.00ê siba de ji Başûrê tengavê de ket Tengava Îstenbolê û heya derbasbûna xwe temam bike wê trafîka Tengavê raweste.