The Sun: Îran ji Çînê balafiran dikire û disîne ji mîlîsên li herêmê re

The Sun: Îran ji Çînê balafiran dikire û disîne ji mîlîsên li herêmê re

PeyamaKurd – Rojnama Îngîlîz ya bi navê The Sun ji nav çavkaniyên Koneseya Berxwedanê ya Netewî ya Îranê raporê bidest xistiye ku piştî artêşa Îranê dezgeya balafirên bêmirov ji xwe re daniye, balafirên bêmirov îxracî Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê dike.

Li gor rojnamê; hêzên qraliyetê yên hewayî yên Îngîltere, balafirekî Tayfûn di rojên borî de, balafirekî bê mirov ku di ser baregeha El-Tanfê derbas dibû û jê guman kirin ku balafir ya Îranêye xist. Di heman rojê de artêşa Amerîka 2 balafirên ku heman baregehê tehdîd kirin yekî ji wan xist.

Di raporê de tê gotin ku perçê balafiran dişînin Îranê û li Îranê montaja balafiran ji aliyê leşkerên perwerdekirî yên bi pere de têkirin. Rapora Konseya Berxwedana Netewî ya Îranê dibêje ku rejîma Îranê, balafiran ji bo li herêmê şer û terorê geş bike, weka alavan bikartîne. Di raporê de dibêje ku di hilberîna dronan de alavên taybet weka yên elyaf, maddeyên wan yên xam ji Çînê tên kirîn.

Weka motorên dronan perçe jî Çînê dikirin, monte dikin û dişinin herêma şer.

Li gor raporê; herêmeka dinê ya ku Îran dixwaze lê bandorê bike Iraqê û ji mîlîsan re bi salaye ku balafirên bêmirov dişîne. Grûbên bi ser Îranê ve, ji bo êrîşên ser hêzên koalîsyona navdewletî yên li Iraqê, dronan bikartîne. Hêzên koalîsyonê û muteahidên sîvîl dikuje û birîndar dike.

Di raporê de tê gotin ku ji bo Hîzbûllaha Lubnanê ji xwe re dronan çêbike, endamên Hîzbûllahê perwerde dike. Tê gotin ku yek ji şîrketên leşkerî yên artêşa Îranê ji bo ji Hîzbûllahê re dronan çêbike, bi bihayê 2 mîlyon dolarî peyman îmze kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin