PeyamaKurd – Di navbera Tirkiyê û Iraqê de Peymana Hevkariyê ya Sanayî û Bergiriyê (SSİ) di Fûara Navdewletî ya Sanayî û Bergiriyê de hat îmzekirin. Ragihandin ji serokkomariya Tirkiyê, ji serokatiya sanayî û bergiriyê hat kirin. Serokê daîra sanayiyê û bergiriyê yê Tirkiyê İsmail Demir û serokê rêvebiriya sanayiya leşkerî ya komara Iraqê Muhamed Saheb Al-Daraji peymanê îmzekirin.
Peyman hevkariya navbera Tirkiyê û Iraqê ya di warê sanayî û bergiriyê de, li ser bingeha sîstematîzekirinê hat îmzekirin.
Di peymanê de pêdiviya dezgeyên ewlehiyê yên her dû welatan yên di derbarê sanayî û bergiriyê de, amadekirina xizmet û berhemên sanayiyê, pêşdebirin, hilberîn, firotina terefên sêyemîn, tamîr û xwedîkirina wan, nûjenkirin, transfera teknolojiyê, perwerde, zanîn û danûsitendina belegeyan hene.
Wê ‘civînên sanayî û bergiriyê yên hevpar’ nîzamî bên kirin, babetên biryar li ser wan hatin dayîn bên şopandin û seredanên fermî di çarçoveya peymanê de bênkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin