Tistek li ber dolarî nikare bisekine!

Tistek li ber dolarî nikare bisekine!

PeyamaKurd- Piştî ku Amerîkayê dorpêç danî ser Tirkiyê, di bazarê de dolarên Amerîkayê li hember pereyên Tikiyê firî. Li hember dolarên Amerîkayê pereyên Tirkiyê pir bihayê xwe winda kir. Vê sibehê dolar rekoreke dî jî şikand û li hember pereyên Tirkiyê seet li 07:57an bû 5.1138 TL.

Piştî ku Amerîkayê li dijî Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Sûleyman Soylu û Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Abdulhamît Gûl biryara dorpêçê stand, dolar derkete asta herî bilind ya heta îro.

Ev demeke dirêj e ku dolar nêzîkî 5 TLyî dibû lê belê nedigiha vê astê. Lê vê carê di demeke kin de bi ser 5 TLyî ket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin