PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkayê yê taybet bo Sûriyê Tom Barrack ragihand ku piştî Beşar Esad rêvebiriyekî navendî ava bûye û wê têkiliyên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hukumeta nû re biguhire.
Barrack her weha behsa derfetên Kurda yên di vê çaxê de rave kir. Barrack di ser hesabê Xê de daxwuyaniya xwe da û got ku derfeta mezin bo Kurda ku tevlî hukumeta Şara bibin û ev derfetekî mezine bo Kurda. Barrack weha got:
“Ev, mafê hemwelatîbûnê, parastina çandê, tevlîbûna siyasî û rêya tevlîbûna Şamê dide Kurda û ev mafên han bo demekî dirêj ji aliyê rejîma Esad de hatibû redkirin û gelek Kurd bê dewlet, astengiya ziman û cudakariya sistematîk dijiyan.”
Baraack got ku êdî hukumetekî li Sûriyê heye ku tevlî koalisyona navdewletî ya li dijî IŞİDê bûye û weha dewam kir:
“Ev mantiqa ortaxiya DYA-HSDê diguhêre. Wexta ku HSD di sehayê de li dijî IŞİDê bibe hêza yekem, piraniya wexta xwe tije kiriye. Ji ber êdî Şam berpirsiyariya zîndanên IŞİDê û kontrola kampan digre aliyê xwe, hem bi dilê xwe dixwaze û hem b ovan kiryaran amadeye.”