Tonek û nîv maddeya “Skunk” hat girtin

Tonek û nîv maddeya “Skunk” hat girtin

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Muğlayê li navçeya Milasê, di encama operasyona di bin fermandariya dozgerê navçeyê de, tîmên narkotîkê operasyon kirin û di encamê de maddeya hişber ya bi navê “skunk”ê, bi miqdarê ton û nêvê girtin. Bihayê wê di bazarê de li dora 50 mîlyonê Tirkiyê ye ku bi hesabê dolar dike 9 mîlyon dolar.

Di encama operasyonê de 6 kes hatin binçavkirin û hêzên narkotîkê dest danîn ser 3 erebeyan. Maddeya bi navê “skunk” ê di ser Balkanan de bi rêya deryayê tê anîn û di bazara Tirkiyê de ji aliyê şebekeyan de tê firotin.

Kesên binçavkirî niha li baregeha asayîşê îfadeyên wan tên girtin û belgeyên wan bo dadgehê tên amadekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin