Trump bi cîgirê xwe Pence bawer e

Trump bi cîgirê xwe Pence bawer e

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku ew bi cîgirê xwe Mike Pence bawer e û gumana wî jî Pence tuneye.

Trump li ser îdîaya rojnameya New York Timesê der barê Mike Pence de got: "Na gumana min qetiyen ji sedaqeta wî tuneye. Mike Pence, sedî sed girêdayê min e, sedî sed. Hîç guman di serê min de tuneye. Ew her demê li cem min bû. Ew pêşeng bû. Vê nikarim ji bîr bikim."

New York Timesê roja înê di xebera xwe de îdîa kiribû ku Trump ji sedaqeta Pence biguman e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin