PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump biryarnameyekî îmza kir û bi biryarnamê re qedexeya seredana Amerîkayê bo hemwelatiyên Senegalê û Peravên Fildişiyê danî. Rêvebiriya DYAyê berê jî bo Îranê û Haitiyê heman qedexeyê danîbû.
Qedexeya Trump ne bo leystikvan, tîma teknîkî û bo ferdên malbatê yên dereca yek e. Biryar bi sedema di sala bê de, di 2026an de, berya kûpa dinyayê destpêbike hat dayîn.
Koşka Sipî sedema biryarê nîşan da ku hemwelatiyên Senegalê û Peravên Fîldişiyê li DYAyê wexta vîza xwe tije kirine û danagerin welatê xwe. Qedexe her weha bo geştiyariyê û seredanên bo demekî kurt jî ye.
Ev biyar tê vateya ku wê hemwelatiyên Senegalê û Peravên Fildişiyê wê nikaribin maçên kupayê yên dinyayê di cîh de temaşe bikin ji ber wê nikaribin herin Amerîkayê.