Trump: Em bi lîderê herî bi rûmet ê Îranê re diaxivin

Trump: Em bi lîderê herî bi rûmet ê Îranê re diaxivin

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, berî ku ji Floridayê bi firokeya Air Force One bi rê bikeve, derbarê Îranê de daxuyanî dan. Trump îdia kir ku ew niha bi lîderê herî bi rûmet ê Îranê re jî diaixivin, lê ew ne Mucteba Xaminey e.

Trump, diyar kir ku di muzakereyên bi Îranê re de "hema hema di hemû mijaran de" li hev kirine û destnîşan kir, tîma wî ya muzakereyê bi serokatiya Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner hevdîtinên bêhempa pêk anîne û Îran niha ji bo peymanekê gelekî heweskar e.

Trump herwiha eşkere kir ku wî ferman dabû ku roja sêşemê santrala herî mezin a elektrîkê ya Îranê were lêdan, lê piştî ku Tehranê pêwendî bi wan re danî û daxwaza lihevkirinê kir, wî ev êrîş rawestandiye.

Şertê sereke: Radestkirina hemû uranyumê

Di derbarê naveroka peymanê de Trump ragihand ku şertê wan ê herî bingehîn radestkirina hemû uranyuma dewlemendkirî ye û got: "Em naxwazin Îran bi ti awayî uranyumê dewlemend bike; divê ew hemû toza nükleerî bidin me."

Trump derbarê îdiayên bêdengiya Tehranê de jî got ku "li wir qutbûna pêwendiyan heye" û îdia kir ku ew niha bi lîderê herî bi rûmet û nûnerê welat re di axaftinê de ne, lê ev kes ne Mucteba Xameneyî ye.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev peyman dê ji bo Îsraîl, Erebistana Siûdî û welatên Kendavê aştiyeke garantîkirî bîne, lê heke lihevkirin pêk neyê, ew dê bi hemû hêza xwe êrîşên asmanî bidomînin.