PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di civîna çapemeniya li Koşka Sipî de ragihand ku Îranê 10 tankêrên tije petrol ji wan re hedîye şandiye. Trump got:
“Wexta min wê xeberê dît, min got raste em bi mirovên rastre hevdîtinan dikin. Ala ser keştiyan ala Pakistanê bû.”
Trump, do li ser muzakereyên bi Îranê re ragihandibû ku Îran ji DYA re hediye şandiye û îro naveroka hediyê aşkera kir. Serokê DYAyê Trump navê kesên bi Amerîka re hevdîtinan kirine negot lê li ser wan got:
“Ji bo em îsbat bikin ku em muzakerevanên rastin û saxlemin em ê 8 tankêrên tije petrolê ji were bişînin. Ev mesele 2 roj berê bû û paşî jî 2 keştiyên din jî lê zêde kirin û îzna wan dan ku di Hurmizê de derbas bibin.”